Konferansa alîkariya însanî ya ji bo Yemenê

Ji bo Yemenê ku ji ber şerê navxweyî hildiweşe, wê konferanseke mezin a navneteweyî ya ji bo alîkariya însanî bê lidarxistin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Fransa wê havînê malovaniyê ji konferanseke însanî ya ji bo Yemenê re bike.

Macron diyar kir ku konferans wê li paytext Parîsê were kirin û karên însanî yên heta niha hatine kirin û yên ji niha û pê ve bên kirin wê werin nirxandin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), li Yemenê ku nifûsa xwe 27 milyon e bi giştî 8,4 milyon kes di sînorê birçîbûnê de dijîn.

Hefteya bihurî li Cenevreyê ji bo Yemenê konferansek hatibû kirin û soz hatibû dayin ku zêdeyî 2 milyar dolar alîkarî jê re bê dayin. 930 milyon dolarê vê alîkariyê ji aliyê Prensê Welîaht ê Erebîstana Siûdî Mûhammed bîn Salman ve radestî Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres hatibû kirin.

Ji bo Yemenê par bang hatibû kirin ku bi 2,5 milyar dolarî alîkarî bê kirin, lê welatên endamê Neteweyên Yekbûyî tenê 73 ji sedî yê vê alîkariyê dabûn.

Ji sala 2014'an û vir ve di navbera milîsên Hûsî yên Şîa ku destekê ji Îranê digire û yekîneyên Serokdewlet Hadî Mansûr ku xwe dispêrin Erebîstana Siûdî şer diqewime. Heta niha zêdeyî 10 hezar kes ji ber vî şerî mirine. Bi hezaran însan jî ji ber ku alîkarî negihîşte wan, ji ber nexweşiyê mirin. Par milyonek nexweşên şewba kolerayê hatibû tespîtkirin û zêdeyî 2 hezar û 200 ji van miribûn.