Komkujiya li Yemenê bi çekên Elman hate kirin

Hefteya derbasbûyî hêzên koalîsyonê ku Siûdî pêşengtiya wê dikin li dijî nexweşxaneyekê ya li bajarê Hudayda yê Yemenê çalakiyek pêk anîbûn û 55 sivîl mirîbûn. Derket holê ku êrîşa hewayî bi çekên Elman hatiye kirin.

Mudaxeleya Erebîstana Siûdî ya ji sala 2015’an ve ji bo Yemenê ku hê didome zêdetirî 10 hezar sivîl ji ber êrîşan mirin û firotina çekan a welatên rojavayî didome. Şerê li herêmê ku bandora xwe li mîlyonan sivîl dike di rojên dawî de dîsa gûr bû.

Herî dawî roja 2’ê Tebaxê hêzên koalîsyonê ku pêşengiya wê Erebîstana Siûdî dike li dijî nexweşxaneyekî bajarê Hudayda yê Yemenê êrîşeke hewayî pêk anîbûn û 55 sivîl mirîbûn. Derket holê ku êrîş bi çekên Elman hatiye kirin.

Saziya lêkolîna navnetewî “Recherchekollektiv Bellingcat” ku moşekên di êrîşê de hatine bikaranîn lêkolîn kir, ragihand ku moşekên hatine bikaranîn dişibe moşekên Rheînmetall yê ku çekên Elman dihilberîne. Denel a avakirina Rehînmetallê di sala 2013’an de bi nirxê 50 mîlyon euro çek firotibûn Erebîstana Siûdî.

Beriya rojekê jî hêzên koalîsyonê li bajarê Saada ku dikeve bakurê Yemenê êrîşeke hewayî pêk anîbûn û 39 sivîl mirîbûn. Komîteya Xaça Sor a Navnetewî ragihandibû ku di êrîşa navçeya Dahyan a Saadayê ya li dijî otobusekê de piraniya wan zarok mirîbûn.