Comite T: PKK ne gef e, ‘lîsteyên terorê’ bêhiqûqî ne
Komîteya Hişyariya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Belçîkayê (Comité T) da xuyakirin ku PKK li Belçîkayê ne gef û got “Lîsteyên terorê yên Yekîtiya Ewropayê ne hiqûqî ne, berevajî wê siyasî ne.”
Komîteya Hişyariya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Belçîkayê (Comité T) da xuyakirin ku PKK li Belçîkayê ne gef û got “Lîsteyên terorê yên Yekîtiya Ewropayê ne hiqûqî ne, berevajî wê siyasî ne.”
Rapora sala 2023’an ji 172 rûpelan pêk tê. Di beşa li ser Kurdan de nêzikatiya wekî daxuyaniyên dewleta Tirk xuya dibin.
Di raporê de tê gotin ku “Piraniya Kurdên hatine Belçîkayê wekî penaberên siyasî hatine. Beşeke mezin a kesan sempatiya wan ji PKK û Partiya Yekîtiya Demokratîk heye.
Di raporê de tê diyarkirin ku servîsa îstîxbaratê ya Belçîkayê (VSSE) dema derbarê kesên ku difikirin sempatîzanên PKK’ê de ‘nîşeyên bi fikar’ qeyd kirine û tê diyarkirin Tirkiye li ser rayedarên Belçîkayê xwedî bandor e.
WEKÎ ARGUMANÊN DEWLETA TIRK TEVDIGERIN
Comité T dibêje, "Di nav notên ku me dîtiye de hin tiştên bi pirsgirêk hene," ew van mînakên jêrîn dide û dibêje “Îddîayek derdikeve holêku PKK îdeolojiyeke li dijî Tirkan teşwîq dike lê em li wateya vê îddîayê dipirsin. Tê zanîn ku gelek analîst diyar dikin ku Tirkiye xwedî meyleke otorîter e û mafên kes û koman tê binpêkirin.
PKK LI DIJÎ EWLEKARIYA BELÇÎKAYÊ NE GEF E
Di raporê de tê gotin ku di notên îstîxbaratê de bêyî ku çavkaniyê bê diyarkirin û bingehek bê diyarkirin, îdiayên din ên derbarê PKK’ê de hene. Di dema ku îstîxbarat îdîa dike ku PKK li Belçîkayê ‘kampên îdeolojîk’ organîze dike, rapor wiha dewam dike: “Herwiha balkêş e ku tê gotin ku karakterê PKK'ê yê ‘serhildêr’ û ‘şoreşger’ û beşdarî şerên çekdarî yên li Rojhilata Navîn dibe ku ‘pirsgirêk be’ Bi rastî jî ew tevgereke serhildêr û şoreşger e lê ji bo ku mirov bibêje li ser ewlekariya Belçîkayê gef e, tiştekî şênber tune.”
PKK LI BELÇÎKAYÊ ŞÎDDETÊ NAKE, KURD DIBIN HEDEFA ŞÎDDETÊ
Comité T dibêje “Her çend di van notan de tê gotin ku 'PKK dibe ku şîdetê çêbike an jî herî kêm nîzama giştî xera bike', divê were zanîn ku di tundî û bûyerên têkbirinê de yên ku heta niha li Belçîkayê qewimîne, piranî gelê Kurd bûne hedef.”
LÎSTEYA TERORÊ NE HIQÛQÎ YE, SIYASÎ YE
Di raporê de qala ‘lîsteyên terorê’ jî tê kirin û ev tişt tê gotin “Di van notan de Asayîşa Dewletê rêxistinên Kurdan ku PKK jî di nav de ye wek rêxistinên terorê bi nav dike. Her çend rayedarên Belçîkayê bi vî rengî tevbigerin jî, beşeke mezin ji ber vî tiştî ye ku di lîsteyên terorê de cih digirin. Lê ev bûyereke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Ev lîste li gorî berjewendiyên siyasî tên diyarkirin û dibe ku gelek komên cihê di van lîsteyan de cih bigirin. Di sala 2002’an de li ser daxwaza dewleta Tirk PKK xistine vê lîsteyê lê ev qeyd gelek caran bi biryarên darazê hatine betalkirin.
Dadgeha Dereceya Yekemîn a Yekîtiya Ewropayê di 15’ê Mijdara 2018’an de hemû biryarên ku divê PKK di lîsteyê de be û hemû biryarên piştî wê betal kiribû. Servîsên îstîxbarat û ewlekariyê divê êdî tevgerên Kurdan wekî terorîst bi nav nekin.”
Comîte T biryarên dadgeha ku diyar kiribû PKK ne rêxistineke terorîst e, bi bîr xist û bal kişand ser vî tiştî ku divê lîsteyên terorê li gorî nîşeyên servîsên îstîxbaratê yên Belçîkayê neyên diyarkirin.