Komên nêzî Îranê gef li DYE’yê xwar

Koma bi navê Esayîp Ehlul Hak û Tûgayên Hîzbûllahê yên di nav Haşdî Şabî de ne û pişta Îranê digirin, gef li hêzên DYE yên li Iraqê xwar.

Kays Xezalî yê ku serokê Koma bi navê Esayîp Ehlul Hak e û Tûgayên Hîzbûllahê (Ketayîp Hîzbûllah) daxuyanî dan û gef li hêzên DYE yên li Iraqê xwarin.

Xezalî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi banga Mukte Es-Sadr duh xwepêşandan hatin lidarxistin û nerazîbûn nîşanî hebûna DYE ya li Iraqê hate nîşandan. Xezalî got ku “Heke ew venekişin, em ê wan mecbûr bikin ku vekişin.”

Tûgayên Hîzbûllahê jî diyar kir ku ew ê hêzên DYE ji Iraq û herêmê derxînin û gef li DYE xwar. Tûgayê got ku “Xwepêşandana duh diyar dike ku divê leşkerên DYE ji Iraqê vekişin. Heta ku DYE ji Iraq, herêmê û Asyaya Rojava derkeve wê şoreşa me bidome.”