Komên Filistînî agirbest îlan kirin

Komên Filistînî ku Hamasiyên li Şerîda Xezeyê li ser desthilatê ne jî di nav de ne, bi Îraîlê re agirbest îlan kirin. Agirbest bi nêvbeynkariya Misirê pêk hat.

Di daxuyaniya hevpar a ji aliyê komên Filistînî ve hate kirin ev tişt hate gotin: “Li ser hewldanên Misirê, di navbera berxwedêr û dijminê Siyonîst de agirbestek hatiye pêkanîn. Dijminê Siyonîst çiqas li gorî agirbestê tev bigere Berxwedêr jî wê ewqas tevbigerin.”

Ji aliyê enciya Îsraîlê ve hê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Li Şerîda Xeze û axa derdorî wê ya Îsraîlê ji roja Yekşemê û vir ve bûyerên dijwar diqewimin. Ev şer, ji şerê 2014’an û vir ve şerê herî dijwar tê pênasekirin.

Hemas a Îsraîl bi denan çeperên Îslamî Cîhad bombe kirin, komên Filistînî jî bi sedan roket avêtin.

Rêxistina bi çek a Hamasê ragihand ku ji bo bersivdayîna artêşa Îsraîlê ya roja Yekşemê roket avêtine. Di şerê operasyona artêşa Îsraîlê de derketî 7 kesên girêdayî arêtşa Filistînê mirin. Ji arêtşa Îsraîlê jî leşkere mir.