Koma herî mezin a ji FARC’ê veqetiyabû pêşniyaza agirbestê kir

Komeke ku ji tevgera gerîla ya bi navê FARC a ji Kolombiyayê veqetiyabû û têkoşîneke çekdarî dikir, ji bo ‘çareseriya siyasî’ agirbest pêşniyazî Serokkomar Gûstavo Petro kir.

Koma çekdar a bi navê ‘Sûrorîental Blok’ peymana di navbera FARC û hikumetê de ya ku di sala 2016’an de hatibû îmzekirin, red kiribû.

Nameya komê ya di 31’ê Tîrmehê de di 3’ê Tebaxê de ji aliyê gelek medyayan ve wekî vîdeoyê hate weşandin. Di vîdeoyê de nêzî 20 gerîlayên jin û mêr ên bi çek û kamûflaj xuya dibin.

Kom pêşniyaza ‘lihevkirina du alî’ û ‘zemîneke ji bo peymana agirbesta du alî’ li serokkomarê çepgir Gûstavo Petro dike. Petro di 19’ê Hezîranê de bûbû serokkomar.

Di nameyê de tê diyarkirin ku wê ev peyman karibe ‘çareseriyeke siyasî ji şîddetê re’ bibîne.

Serokkomarê niha Ivan Dûqûe yê rastgir wê roja Yekşemê peywira xwe dewr bike. Dûqûe di 15’ê Tîrmehê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû serokê vê koma gerîla Nestor Vera hatiye kuştin.

Gûstavo Petro yê ku ew jî gerîlayekî kevn e, diyar kiribû ew dixwaze bi komên gerîlayan re ‘aştiyeke tam' pêk bîne.

Koma Sûrorîenteal Blok tevî 2 hezar gerîlayên xwe ji FARC’ê veqetiyabû. Ev kom li daristanên Amazonê û li ser sînorê Venezûelayê çalak e.

ELN a ku 2500 gerîlayên wê heye jî diyar kiribû ew dixwazin bi Petro re muzakereyan bikin.