Koma alîgirê Îranê gef xwar

Berpirsyarê Tevgera Asaîb-î Ehlî Hak a Iraqê Kays el-Hazalî gef li DYE, Îsraîl, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Erebistana Siûdî xwar.

Tevgera Asaîb-î Ehlî Hak ku alîgirê Îranê ye û tê gotin, li Iraqê fîşek li xwepêşandêran reşandiye, gef li DYE, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Îsraîlê xwar.

Berpirsyarê wê tevgerê Kays el-Hazalî îdîa kir ku rola DYE, Îsraîl, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Erebistana Siûdî di rijandina xwîna Iraqiyan de hene, lewma wê bi rengê herî giran berdêlê bidin.

DYE'yê bi îdîaya ku rola wan di kuştina sivîlên li Iraqê hene sê lîderên Haşdî Şabî û Asaîb Ehlî'l Hak xistibû lîsteya pêkanînan.