Kolombiya û Venezûela piştî sê salan sefîr tayîn kirin

Sê sal piştî qutbûna têkiliyên dîplomatîk ên navbera Kolombiya û Venezûelayê, herdu welatan sefîrên bilind li hev tayîn kirin û dest bi asayîkirina têkiliyan kirin.

Piştî ku Gûstavo Petro li Kolombiyayê bû Serokkomar, têkiliyên navbera Caracas û Bogotayê jî ketin ser rêya asayîbûnê.

Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê berê Felîx Plasencîa ji hikumeta Kolombiyayê akredîtasyon xwestiye û wê di demeke nêz de li Bogotayê be.

Serokkomarê Kolombiyayê Gûstavo Petro ku gerîlayê berê ye diyar kir ku weke bersiva li hikumeta Venezûelayê biryar daye ku Armando Benedettî bike Sefîrê Bilind ê Kolombiyayê li Venezûelayê. Benedettî senatorekî berê ye.