Koçber ne di rojeva Elmanan de ne!

Li gorî anketa dawî ya li Elmanyayê hate kirin, berevajî hikumetê, mijara koçberan di rojeva welatiyan de nîne. Koçber û penaber di rêza 13. de di rojeva Elmanan de ne.

Piştî ku siyasetmedarê mûxafazakar ê rastgir Horst Seehofer meha Adarê bû Wezîrê Karên Hundir ê hikumeta Merkel, mijara koçberan û girtina deriyên sînor li koçberan bû mijara sereke ya li Elmanyayê.

Plana nû ya li ser penaberan a Serokwezîr Mekel, dersînorkirina penaberên ku serlêdana wan hatine redkirin û bazariya bi Îtalya, Awûstûrya û Yewnanîstanê re li ser mijarê hate kirin, demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Lê derkete holê ku mijara koçber û penaberan berevajî nêzîkatiya hikumetê, ne di rojeva Elmanan de ye.

Şîrketa lêkolînê Emnîd bi 20 sernavan pirsa "Hûn bi giranî li ser kîjan mijaran difikirin" li Elmanan kir. Li gorî encamên anketê, piraniya Elmanan li ser xizaniya bi extiyariyê re rû dide, difikirin. Rêjeya Elmanên ku bi fikar in di dema extiyariyê de zor û zehmetiya madî bikişînin, 79 ji sedî ye.

Bi rêjeya 76 ji sedî jî, Elman di mijara perwerdeya wekhev a ji bo zarokan bi fikar in. Rêjeya Elmanên ku li ser koçberan difikirin, tenê 38 ji sedî ye. Bi vî rengî mijara koçberan di rêza 13'an de cih girt.

YÊN KU BI GIRANÎ BALA WAN LI SER KOÇBERAN E, RASTGIRÊN TUND IN

Hate ragihandin ku 87 ji sedî yê Elmanên bala wan li ser koçberan e, alîgirên Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ya rastgir e. Mijareke din ku AfD'î li ser difikirin ew e ku hîn bêhtir pere ji bo parastinê bên xerçkirin.

Di vê navberê de rêjeya dengên partiya AfD ku dawiya hefteyê 18 ji sedî bû, careke din daket 16 ji sedî. Anketa bi pirsa "Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn ê dengê xwe bidin kê?" her hefte bi rêk û pêk tê kirin. Li gorî encamên anketê Partiya Sosyal Demokratan (SPD) 18 ji sedî yê dengan digire û dibe partiya duyemîn.

Rêjeya Demokratên Xiristiyan a bi serokatiya Merkel, 30 ji sedî yê dengan digire. Partiya Keskan 12 ji sedî, Partiya Çep jî 1 ji sedî dengê xwe zêde kir û gihîşt 10 ji sedî. Partiya Demokratên Azad (FDP) jî ji nû ve 9 ji sedî yê dengan wergirt.