Koçber ji ber mercên xirab ketin greva birçîbûnê

Ji ber mercên jiyanê yên li navendeke ya bajarê Melboûrne ya Avûstûraylayê nêzî 200 koçber dest bi greva birçîbûnê kirin.

Bi sedan kesên ku li navendeke ya koçberan a li bajarê Melboûrne hatine bicihkirin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hate ragihandin ku kesên ketine greva birçîbûnê hejmara wan nêzî 200 kesî ne.

Ji mêze bigire heta kursî û hewldanên rêveberî, dîsa dirêjkirina demê derketinê gelek daxwazên mîna van koçber dikin.

Koçberê Iraqî Alî Yûsûf ê 30 salî ku ji AFP’ê re axivî got: “Heta niha min navendekî mîna vê nedîtiye.” nerazîbûn nîşan kir.

Li bendêye ku koçberên li navenda bi navê Melbourne Immigration Transit Accommodation (MITA) tên ragirtin roja Înê li gel rêveberên hikûmetê bicivin.

Li navendên koçberan ên li bejahiya Avûtûryayê gelek caran serî li van çalakiyan tên dayîn. Di heman demê de ev çalakî mercên xirab ên li navendan jî didin nîşandan.

Sala borî jî li navendeke ya Sydneyê bi sedan kes ji bo protestokirina mercên tund ên serdanê ketibûn grevê.