Koçber ber bi sînorê Polonyayê ve dimeşin

Koçberên ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne, ber bi sînorê Polonyayê ve dimeşin.

Koçberên ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne, ji bo biçin welatên Ewropayê ber bi sînorê Polonyayê ve dimeşin.

Hate diyarkirin koçber nêzî sînorê Polonyayê bûne û dixwazin sînorê Polonyayê bi fermî were vekirin û ew bi awayekî fermî li Polonyayê werin qebûlkirin. Koçberan bang li welatên Ewropayê jî kirin û dixwazin deriyên sînor ên welatên Ewropayê li ber wan were vekirin.

Li gorî îstatîstîkên Komeleya Lûkte ya ku bi pirsgirêkên koçberan re eleqedar dibe, di 11 mehên dawîn de 37 hezar hemwelatiyên Iraqê koçî derveyî welat kirine. Di bîlançoya koçberiyê ya 11 mehan de, 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û aqûbeta 11 kesan jî nehatiye zelalkirin.

Li gorî raporên Komeleya Lûkteyê herî zêde ji Qeladizê û Ranyaya Silêmanî koç hatine kirin. Ji bajar û navçeyên Soran, Seyidsadik, Helepçe, Şeladizê û Hewlêrê jî koç hatine kirin.