Koça ji Qerebaxê dewam dike

Bi hezaran Ermenên ku ji paqijiya entîkî ya Azerbaycanê bi fikar in, ji Qerebaxê ber bi Ermenistanê ve koç dikin. Di teqîna depoyeke sotemeniyê de 200 kes birîndar bûn.

Êvara Duşemê li depoyeke li Qerebaxê teqînek çêbû. Rayedarên xwecihî diyar kirin ku 200 kes birîndar bûne û ji bo piştgiriya lezgîn bang kirin. Hate ragihandin ku rewşa piraniya birîndaran giran e yan jî gelekî giran e.

Pêla koçberiyê jî dewam dike. Azerbaycan dibêje ku Ermen dikarin li ser xaka xwe bimînin, lê belê şêniyên Qerebaxê bi van gotinan bawer nakin. Ji destpêka dagirkeriyê û vir ve dîmenên talanê yên leşkerên Azerî li ser medya dîjîtal têne parvekirin.

Azerbaycanê 20'ê Îlonê ji nişka ve li ser Qerebaxê dest bi êrîşê kiribû û piştî 24 saetan jî agirbest hatibû ragihandin. Qerebaxê qebûl kiribû ku dest ji çekan berde û ji bo entegrasyona Azerbaycanê dest bi danûstandinan bike.

Qerebax ku piraniya şêniyên wê Ermen e, di sala 1921'ê de ji aliyê desthilatdariya Sowyetê ve bi ser Azerbaycanê ve hatibû kirin. Ji bo kontrolkirina vê herêmê, di navbera komarên berê yên Sowyetê Azerbaycan û Ermenistanê de beriya niha du caran şer qewimî bû.

Şerê destpêkê ji sala 1988'an heta 1994'an dewam kir û di encamê de 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Şerê duyemîn jî di payîza 2020'î de qewimî û zêdeyî 6 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Piştî destpêkirina êrîşên 20'ê Îlonê û pê ve ji êvara Yekşemê ve koça ber bi Ermenistanê ve destpê kir. Heta niha bi hezaran kesî xwe gihandine Ermenistanê. Ji dîmen û wêneyên li ser medya dîjîtal têne parvekirin, tê dîtin ku koçeke mezin heye.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan hefteya derbasbûyî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew amade ne 40 hezar penaberî pêşwazî bikin. Lê belê temamiya 120 hezar kesên li Qerebaxê dixwazin koç bikin. Ermen ji ewlehiya jiyana xwe ya li Qerebaxê bi fikar in. Rayedarên xwecihî diyar dikin ku li herêmê tiştekî ku karibe Ermenan biparêze nemaye û nerazîbûnê nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî didin.