Kevntirîn parka xwezayî ya Efrîkayê dikin qurbanê petrolê

Kevntirîn parka xwezayî ya Efrîkayê Virunga, ku li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) ye, ji ber karê lêgerîna li petrolê yê şîrketa Totalê li ber tinebûnê ye.

Ji Navenda Lêkolînên Mafên Mirovan, Demokrasî û Hawirdorê ya li Kongoyê Florence Sitwaminya ji medya Fransayê re ragihand, metirsiyeke mezin li ser cihêrengiya biyo ya li Parka Virunga heye. Sitwaminya diyar kir, şîrketa petrolê ya Fransayê Total li herêmên nêzî Virungayê li petrolê digere, lewma metirsî li ser parka xwezayî heye. Sitwaminya got, beşek ji herêmên ku destûra lêgerînê ji şîrketê re hatiye dayin li nava parkê ye.

Şîrketa Totalê soz daye ku li nava Virungayê li petrolê negere, lê belê hawirdorparêz bi fikar in ku gemarîbûna çavkaniyên petrolê wê zerarê bide eko-sîstema li parkê. Tê gotin, di dema lêgerîna petrolê de eger çemê Semliki yê di nava parkê de diherike gemarî bibe, wê ev yek bandorê li hîdrografiya herêmê bike.

Her wiha ji ber lêgerîna li petrolê ya li herêmê, salên dawî di navbera Pigmeyên xwecihî de acizî û şer zêde bûye. Di serî de fîl komkujiya li heywanên li herêmê jî zêde bûye.

Şîrketên navneteweyî bi rêya saziyên dûvikê xwe timî zerarê didin jiyana xwezayî ya welatên bi pêş dikevin. Li hemberî gilî û gazinên ku heta niha hatine kirin, Total bi gotina 'mûxatab Total-RDC ye' xwe diparêze.

Halbûkî li gorî guhertina qanûnî ya li Fransayê, şîrket êdî ji karên sazî û şûbeyên xwe jî berpirsyar e.