Kesên ku di êrîşa Barselona û Tûrkûyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn

Ji bo kesên ku di êrîşa Barselona û Tûrkûyê de jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmek hate lidarxistin.

BARSELONA

Ji bo kesên di êrîşa Barselona û Cambrîls de jiyana xwe ji dest dane, merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de ya ku ji aliyê Metranê Barselona ve hatî lidarxistin, Qral û Qralîçe, berpirsên hikûmetê, berpirsên Katalonyayê jî beşdar bûn. Tûrîst jî beşdarî merasîmê bûn û mirov bi seatan li cihê bibîranînê man.

TÛRKÛ

Li bajarê Fînlandiya Tûrkûyê jî merasîmek hate lidarxistin. Bi hezaran kesên ku li cihê bûyer pêkhatî kom bûn, mûm û kulîlk danîn cihê bibîranînê.