Kesên bi vîrûsê ketine name ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re şandin

Zêdeyî hezar kesên bi vîrûsa Korona ketin, nameyek ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re şandin û banga alîkariyê kirin.

Vîrûsa Korona ku li Çînê der bû û di demeke kurt de li gelek welatên cîhanê belav bû, li Rojhilata Navîn herî zêde bandor li Îranê kir.

Li Îranê heta niha Sefîrekî Bilind ê berê, endamê Konseya Parastina Sîstemê û du parlamenter jî di nav de 145 kesî jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 5 hezar kesên bi vîrûsê ketin tên tedawîkirin. Li 17 eyaletan ku vîrûsê bandor lê kiriye, ketin û derketin hate qedexekirin.

Li Îranê zêdeyî hezar kes, ku nivîskar, rewşenbîr, parêzvanên mafên jin û zarokan, malbatên girtiyan û rojnamevan hene, ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Xaça Sor, Doktorên Sînornenas re name nivîsîn û alîkarî xwestin.

Aktîvîstên siyasî Ferîde Arman, Mîna Ehedî, Homa Ercmend, Nesrîn Efzelî û Seroka Weqfa Civak û Jinê Helale Tahêrî jî di nav de 1016 kesî mohra xwe danîn binê nameyê û destnîşan kirin ku rejîma Îranê ji bo pêşîgirtina li vîrûsê gavên cidî neavêje.

Di nameyê de hate gotin, "Atmosfereke welê heye ku bi zanebûn bi gelek deveran ve hatiye velavkirin an jî pêşî li belavbûna vîrûsê vekirine. Armanc jî ew e ku berxwedana gel a li dijî rejîmê têk bibin. Gelê Îranê nerazîbûna xwe ya li dijî rejîmê di demên cuda de bi daketina qadan nîşan da. Wê demê weke navendeke rabûna li ber rejîmê dihate dîtin, lê niha veguheriye navenda şewba korona ya li cîhanê. Em bi navê kesên ku bi vîrûsa Korona ketine, ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Doktorên Sînornenas, Rêxistina Xaça Sor, Heyva Sor a Cîhanê û rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê hemûyan dixwazin ku bi rengekî lezgîn alîkariyê bi gel re bikin.

'HEYETÊ BIŞÎNIN'

Em dixwazin ku lêkolînê bikin û bîlançoya rastî ya kesên bi şewbê ketine yan jî mirine eşkere bikin. Saziyên ku em bang li wan dikin divê tavilê heyetekê bişînin Îranê, alîkariyê bi gel re bikin û dest li rewşê werdin. Tevî vê yekê em ji dewleta Îranê dixwazin ku li deverên şewb lê belav bûye navendên karantînayê ava bike, ji bo kesên li zindanan bi şewbê qir nebin tedbîran werbigire."