Kes xwedî li penaberên li Derya Spî dernakeve

450 penaberên ku pêr li peravên Îtalyayê hatin rizgarkirin, veguherîn krîza navneteweyî. Penaberên ku Îtalya wan qebûl nake, niha ji bo demekê li Maltayê ne. Lê aqûbeta wan nayê zanîn.

450 penaberên ku bi keştiykê ji Lîbyayê bi rê ketin, pêr xwe gihandin peravên girava Lampedûsa ya Îtalyayê. Du keştiyên hêzên parastina sînor ên Yekîtiya Ewropayê Frontex û polîsên sînor ên Îtalyayê xwe nêzî keştiya penaberan kirin û penaber rizgar kirin.

Lê belê hikumeta Romayê ku bi pêşengiya Wezîrê Karên Hundir ê rastgir Matteo Salvînî biryar dabû ku penaberên li Derya Spî tên rizgarkirin venehewîne, di vê biryara xwe de israr kir. Ji ber vê yekê penaber bi keştiyan birin Maltayê.

Salvînî yê ji partiya Lîg a rastgiriya tund e, pêr bi rêya hesabê xwe yê medya civakî ragihandibû ku wê penaberên li Derya Spî têne rizgarkirin qebûl nekin. Salvînî gotibû, "Divê Malta, bazirganên mirovan û her kes baş zanibin ku ev keştî wê negihêje Îtalyayê."

NE MALTA NE JÎ ÎTALYA PENABERAN QEBÛL DIKE

Hikumeta Maltayê jî diyar kir ku ew penaberan naxwazin. Li gorî rayedarên Maltayê, penaber li cihekî nêzî Îtalyayê hatine girtin û ji ber vê yekê hikumeta Romayê ji wan berpirsyar e. Yekane welatê ku penaber dikarin biçin, Lîbya ye. Lê belê hikumeta Lîbyayê jî da xuyakirin ku ew di bin barekî giran ê penaberan de ye, lewma deriyê xwe li 450 penaberan girt.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji destpêka sala 2018'an û vir ve 1400 penaber li Derya Spî xeniqîn. 1074 ji van ji Lîbyayê bi rê ketibûn û berê xwe dabûn Îtalyayê. Tenê meha Hezîranê 557 koçber li Derya Spî xeniqîn.