Kes nema dixwaze biçe Tirkiyeyê!

Şîrketên mezin ên rêyên hewayî yek bi yek Tirkiyeyê diterikînin.

Ji ber polîtîkayên hikumeta AKP'ê cîhan têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re dibire.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi xwe mikur hat ku karsazên li Tirkiyeyê mal û milkên xwe ji Tirkiyeyê derdixînin. Şîrketên mezin ên rêyên hewayî jî, seferên xwe yên balafiran ên ber bi Stenbolê ve radiwestînin.

Hejmara şîrketên hewayî yên ku bi fermî seferên balafiran ber bi Stenbolê ve sekinandine bû 7. Ji Ewropayê şîrketên Aîr France, Îberîa, Swîss, Alîtalîa, Asûstrîan û ji DYA jî Aîr Canada, Delta, di sala dawî de seferên balafirên xwe yên ber bi Stenbolê ve sekinandin.

BI MILYONAN TÛRÎST NEMA TÊN

Welatên Ewropayê ji bo tûrîzma Tirkiyeyê xwedî cihekî girîng e. Hejmara tûrîstên îsal di navbera mehên Çile-Cotmehê de ji Ewropayê berê xwe dan Tirkiyeyê, li gorî sala 2015'an 4.8 milyon kêm bû. Di navbera Çile-Cotmeha sala 2015'an de 5 milyon û 144 hezar Elman hatibûn Tirkiyeyê.

Wekî din, dema mirov hejmara tûrîstên îsal û yên sala 2015'an didin ber hev, hejmara tûrîstên ji Îngilîstanê hatin 1 milyon, ji Hollandayê 420 hezar, ji Fransayê 260 hezar û ji Îtalyayê jî 280 hezar kêm bûne.