KENY wê daxwaza astengkirina îxracata Koreya Bakur bide dendgan

Ji ber sedema ceribandina moşekan li ser pêkirinên li ser Koreya Bakur li KENY’yê gotûbêj didomin, tê diyarkirin ku wê hatina îxracatê ya welêt bibe hedef.

Beriya hin pêkirinên ku dihate payin îro li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) were dengdan, li ser çawaniya van pêdakirinan agahî hatin parvekirin.

Beriya dengdana li KENY’yê DYA’yê pêşnûmeyek da û tê xwestin ku hatina îxracatêya Koereya Bakur a bi qasî 1 milyar dolarî were astengkirin.

Di pêşnûmeyê de li gel komura ku Koreya Bakur îxrac dike tê xwestin ku kirîna berên zeryayê were qedexekirin. Bi vê pêşnûmeyê her çendî kêm jî bûbe îthala komure ya Çînê ya Koreya Bakur tê armanckirin.

Bi pêşnûmeya ku îro wê li KENY’yê were dengdan tê armanckirin ku rêveberiya Koreya Bakur dawî li ceribandinên moşekên balîstîk bîne û ber bi muzakereyan ve were. Rêveberiya Pyongyang ceribandina pêşî ya moşekan navparzemînî di 4’ê Tîrmehê de, di cejna netewî ya DYA’yê de pêk anîbû.