KENY: Birçîbûn weke çekê tê bikaranîn

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di dîrokê de cara yekem e ku birsîbûn rast e rast bi şer ve girêda û destnîşankirin ku ev yek ji aliyê alîgiran ve tê bikaranîn.

Pêşnûmeya ku di dengdana ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) a li ser pêşniyara Hollanda hate erêkirin, îşaret bi wê yekê kir ku birsîbûn rast e rast bi şer ve girêdayî ye.

Di pêşnûmeyê de bal hate kişandin ku birsîbûn li gelek navendên şer li dijî sivîlan weke çek tê bikaraîn û wiha hate gotin: “KENY, di şerê roja me ya îro de bikaranîna vê ya weke çek şermezar dike.”

KENY diyar kir ku armanca pêşnûmeyê di şer de ji aliyan ‘Parastina sivîlan’ û ‘Di şer de qedexekirina birsîbûnê ya weke çek bikaraînê.”

Di serî de li Yemen, Sûriye û Başûrê Sûdanê li gelek herêmên cîhanê şer lê heyî, hejmara kesên ku bi birsîbûnê re rû bi rû ne tê texmînkirin ku 125 miyon e.