Kêmbûna buhayê petrolê wê herî zêde bandorê li Rûsyayê bike
Kêmbûna buhayê petrolê ya ji ber pandemiya Covîd-19, tê gotin ku wê bandoreke giran li Rûsyayê bike.
Kêmbûna buhayê petrolê ya ji ber pandemiya Covîd-19, tê gotin ku wê bandoreke giran li Rûsyayê bike.
Buhayê petrolê ji ber vîrûsa Covîd-19 meha derbasbûyî kêm bû û niha di asta 20 dolarî de ye. Yên ku herî zêde ji vê yekê zerarê bibînin ji mezintirîn firoşkarên petrolê Erebistana Siûdî û Rûsya ne.
Rûsyayê pêşniyara Siûdiyan red kir ku dixwestin petrol kêm bên hilberandin û buhayê wê bê zêdekirin. Rûsya bi saya vê yekê dixwaze hîn bêhtir bikeve bazara petrolê û şîrketên gaza teht ên Emerîkî têk bibe. Li ser vê yekê, Siûdiyên ku dixwazin bi Rûsyayê gavê paşde bidin avêtin, hilberîna petrolê gelekî zêde kirin û bi vî rengî kirin ku buhayê wê gelekî kêm bibe.
Li gorî ekonomîstê Rûs Sergey Gûrîev ê ji rojnameya Le Poînt a Fransayê re axivî, eger buhayê petrolê demeke dirêj kêm bimîne wê Rûsya tengav bibe.
Herî dawî di sala 2014'an de ji ber kêmbûna buhayê petrolê Rûsyayê beşeke girîng a hatineyên xwe winda kiribû.