Kêm maye ku mirovahî temamiya cîhanê dagir bike

Herêmên xwezayî yên ku mirovan dest nedanê, di nava sed salî de herî kêm bi 4 qatî kêm bûn. Tenê yek ji çar paran maye. Tê gotin mirovahî wê van deverên mayî jî talan bikin.

Li gorî lêkolînekê ku li kovara Natûre hate weşandin, herêmên xwezayî yên ku mirovan dest nedane di nava sed salî de gelekî kêm bûne. Mirovan heta niha xwe negihandine herêmeke 23 ji sedî ya erdnîgariyê. Ev rêje di destpêka sedsala 20'an de 85 ji sedî bû.

Bi pêşketina pîşesaziyê re herêmên ku mirovan xwe negihandine roj bi roj kêm dibin. Ji sala 1993'an heta 2009'an di nava 16 salan de zêdeyî 3 milyon kîlometreçargoşe qadeke xwezayî ji holê rabû. Yanî herêmeke bi qasî Hîndîstanê mezin ji aliyê mirovan ve hate talankirin.

Lêkolîna li ser herêmên ku mirovan dest nedane li derya û bejahiyê hate kirin. Di encamê de eşkere bû ku du ji sê parên herêmên xwezayî yên tên parastin li 5 welatên mezin e. 70 ji sedî li Rûsyayê, Kanada, Awûstralya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Brezîlyayê ne.

Li gorî lêkolîê, herêmên xwezayî yên ku heta niha mirovan dest nedane, bi hinceta 'hilberînê' wê di demeke kin de bên talankirin. Ji xwe Rûsya, DYA û Brezîlya di vî warî de tedbîrê cidî nagirin.

Rêxistina Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) beriya niha raporek weşandibû û diyar kiribû ku ji sala 1970'ê heta sala 2014'an 60 ji sedî yê herêmên xwezayî ji aliyê mirovan ve hatine talankirin.