Kazimî û Nûnera NY’ê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagiker hevdîtin pêk anîn

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî re hevdîtin kir. Kazimî daxwaza parastina serweriya Iraqê kir.

Îro Nûnera Netewên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Iraqê Jeanîne Hennîs Plasschaert bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî re hevdîtin kir. Têkildarî hevdîtinê ofîsa Kazimî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de hate diyarkirin ku li ser hemahengiya di navbera Iraq û erkê Netewên Yekbûyî ya li deverên cûda, bi taybetî jî li ser pêngavên ji bo girtina dosyayên penaberan û piştgirî dayîna deverên hatin rizgarkirin axivîne.

Her wiha hat gotin ku Kazimî diyarkiriye ku wan ji ber êrîşên dawî yên dewleta Tirk ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn serî li Netewên Yekbûyî dane. Hat ragihandin ku Kazimî ji Netewên Yekbûyî û civaka navnetewî daxwaz kiriye ku guh bidin xwestekên Iraqê û hewl bidin serweriya xaka Iraqê û welatiyên wê bên parastin.

Hate zanîn ku li beramberî vê gotinê jî Plasschaert wiha bersiv daye: “Em ê daxwazên Iraqê bigihînin Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî da ku li ser mijarê biryarê bidin.”