Katalonyayê bang li Spanyayê kir: Encamên hilbijartinê nas bikin

Serokwezîrê Katalonyayê Carles Pûîgdemont ji bo sala nû dîmenek weşand. Pûîgdemont di peyama xwe de bang li hikumeat Spanyayê kir ku encamên hilbijartina 21'ê Kanûnê nas bike.

Pûîgdemont li paytexta Belçîka Brukselê axivî û got, "Eger hikumeta Spanyayê li gorî îdîaya xwe dixwaze bi rengekî demokratîk tevbigere, ev firsendek e. Divê encamên hilbijartinê yên 21'ê Kanûnê ku alîgirên serxwebûnê qezenç kirin, qebûl bike."

Pûîgdemont ji hikumeta Spanyayê xwest, xisara ku rê li ber vekiriye çareser bike û her tiştên ku bêyî destûra qanûnî ya gelê Katalan ji holê rakiriye, deyne şûna wan. Pûîgdemont got, "Serokwezîr Rajoy ji bo naskirina îradeya Katalanan hê li benda çi ye?"