Katalan xwe ji bo serxwebûnê amade dikin

Referandûma ku Katalan dixwazin ji bo serxwebûnê roja 1'ê Cotmehê pêk bîne, sibe pêşkêşî parlamenta herêmê tê kirin. Herêma Katalonyayê ji niha ve amûra xwe ya dewletê ava dike.

Li Parlamenta Herêma Katalonyayê, ku serdestî di destê alîgirên serxwebûnê de ye, tê payin ku sibe bêyî nîqaş bê kirin, biryara referandûmê were erêkirin.

Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy duh daxuyaniyek da û careke din got, ku wê destûrê nedin referandûma Katalanan a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe. Rajoy îdîa kir ku biryara referandûmê 'îllegal' e û bi gotinên 'otorîterî' û 'fêlbaziyê' êrîşî daxwaza referandûmê kir.

Tê destnîşankirin, ku li gel helwesta Madrîdê jî wê Herêma Katalonyayê paş ve gavê neavêje. Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont got, "Angajmana me ya li ser referandûma mafê diyarkirina çarenûsê, naheje." Pûîgdemont diyar kir, ku wê ji rêya xwe venegere.

Rêveberiya Katalonyayê ku pê bawer e wê di referandûma 1'ê Cotmehê de biryara serxwebûnê derkeve, ji niha ve dest bi amadekariyên dewletê kiriye. Duh Wezareta Xazîneyê ya Katalonyayê hate ragihandin. Hat ragihandin, eger serxwebûn pêk were, wê bac ji aliyê vê saziyê ve bê hevdan.

Rêveberiya Katalonyayê her wiha ragihand, ku li gelek qadên mîna ewlekariya civakî, dîplomasî û maliyeyê, dest bi xebatên ji bo avakirina saziyên serbixwe kiriye.

Li gorî anketan, piraniya gelê Katalonayê, ku herêma wan a ji 7.5 mîlyon mirovî ji aliyê aborî ve herêma herî dewlemend a Spanyayê ye, alîgirê serxwebûnê ye.

Herî dawî, sala 2014'an biryara referandûmê hatibû girtin, lê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê betal kiribû. Lê referandûm bi rengekî sembolîk hatibû kirin. Zêdeyî 80 ji sedî yê Katalanan dengê xwe ji bo serxwebûnê dabûn.