Ji bo referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê ku wê 1'ê Cotmehê bê kirin û hikumeta navendî ya Spanyayê bi hemû hêza xwe hewl dide bitepisîne, tenê çend roj man. Hat ragihandin, ku li 700 ji 948 şaredairyên li Katalonyayê wê ji bo referandûmê sindoq bên anîn. Di nava van şaredariyan de tevî Barcelona 5 bajarên mezin jî hene.
Lê belê, Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê mîna sala 2014'an, vê carê jî referandûma Katalanan a ji bo diyarkirina vîna xwe qedexe kir. Piştî vê qedexeyê hikumeta navendî bi hemû amûrên xwe dest bi zext û zordariyê kir.
ETA'YÊ NERAZÎBÛNEKE TUND NÎŞAN DA: SPANYA JI BO GELAN BÛYE GIRTÎGEH
Spanya, hemû hêzên xwe yên polîs û dadgeriyê li dijî gelê Katalan xistiye nava liv û tevgerê. Nerazîbûna tund a li hemberî vê nêzîkatiya Spanyayê ji welatê Baskê hat. ETA'yê destnîşan kir, ku Spanya ji bo gelan veguheriye 'girtîgehê'.
ETA, ku sala 2011'an dawî li çalakiyên xwe yên çekdarî anî û par çekên xwe yên veşartî bi rêya saziyên civaka sivîl radest kir, eşkere kir ku ew bi gelê Katalan re ne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, destûra bingehîn a heyî, ku piştî dîktatoriya li Spanyayê di sala 1978'an de hate qebûlkirin 'pirsgirêka bingehîn' e û hat gotin, "Qedexekirina referandûma 1'ê Cotmehê nîşan dide ku pirsgirgêkeke sîstemî heye."
HÎMÊN BINGEHÎN ÊN DESTÛRA BINGEHÎN: ZEXT Û ZORDARÎ Û GIRÊDANA BI XWE
ETA'yê diyar kir, ku destûra bingehîn a 1978'an piştî 40 salên di ser re derbas bûn, 'rûyê xwe yê rast nîşan daye' û wiha dewam kir: "Me hîmê bingehîn ê destûra bingehîn, li Katalonyayê dît: Zext, zordarî û girêdana bi xwe."
ETA'yê destnîşan ikr, ku Spanya li gelan veguheriye 'girtîgehê' û bang kir, ku hurmet ji vîna gelê Katalan re bê nîşandan.
Li gel ETA'yê, Serokê Herêma Xweser a Baskê Inîgo Ûrkûllû jî piştgirî dabû gelê Katalan. Ûrkûllû roja Yekşemê daxuyaniyek dabû û ji Spanyayê xwestibû ku Katalan û Baskiyan weke 'netewe nas bike', mîna li Skoçya û herêma Qûebec a Kanadayê li pêşiya referandûma li ser diyarkirina çarenûsa xwe, nebe asteng.
SEROKÊ HERÊMÊ DIKARE BÊ GIRTIN
Hikumeta navendî ya Spanyayê ku hewl dide pêşî li pêkhatina referandûmê bigire, 14 rêveberên payebilind ên li Katalonyayê dabû girtin û endamên Komîsyona Hilbijartinê neçarî îstifayê kiribû. Rêveberiya Madrîdê ku dest danî ser gelek wezaretan, rêveberiya polîsê herêmî ya Katalan Mossos jî guherand û dest bi operasyonên ji bo astengkirina referandûmê kiribû.
Herî dawî bi fermana Dozgerê Giştî yê Spanyayê, polîsê Mossosê xwestibû ketina li hezaran qadên dengdanê qedexe bike. Rêveberiya Madrîdê her wiha dest danîbû ser 10 mîlyon pisûlayên dengan û bi birîna cezayê pereyan ê bi hezaran Euroyî yê rojane, gef li rêveberan xwaribû.
Dozger herî dawî gef xwaribû ku dikare Serokê Herêma Xweser a Katalan Carles Pûîgdemont bigire.