Kargeha otomobîl a Volkswagen jî Îranê derdikeve
Hilberînên otomobîl a Elman Volkswagen ragihand ku wê hemû xebatên xwe yên li Îranê bidin rawestandin.
Hilberînên otomobîl a Elman Volkswagen ragihand ku wê hemû xebatên xwe yên li Îranê bidin rawestandin.
Sefîrê Mezin ê DYA yê Berlînê Rîchard Grenell ji ajansa Bloombergê re axivî û destnîşan kir ku di navbera koma otomobîl a Elman Volkswagen û dîplomasiya Amerîkayê de peyman hatiye îmzekirin.
Di çarçoveya peyamnê de koma Elman wê li Îranê bi ‘sedemên mirovî’ xebatên xwe gelek sînordar bi pêk bîne.
Di encama lihevkirina ku guşarên Tehranê nerm dike de, kargehên Rojavayî ji nû ve berê xwe dabûn Îranê, lê bi hatina guşarê Trûmp re gelek kargehan xebatên xwe dan rawestandin.
Li gor Bloombergê Volkswagen piştî 17 salan û şûnde ji projeya firotina otomobîlan a Tîrmeha 2017’an ragihandibû devjê berda.
Piştî 6’ê Tebaxê guşara paketa yekem û şûnde li bendê ye pêla duyemîn meha Mijdarê pêk were. Vê carê di hedefê de sektora gaz û petrolê heye. Her du sektor di warê aboriya Îranê de çavkaniyên bingehîn in.