Karê destpêkê yê Petro zêdekirina baca ji dewlemendan e

Serokkomarê çepgir Gûstavo Petro ku hefteya derbasbûyî li Kolombiyayê sond xwar û dest bi wezîfeyê kir, weke karê destpêkê qanûnek amade kir ku karibe ji dewlemendan hîn bêhtir bacê bistîne.

Gerîlayê berê Gûstavo Petro yê 62 salî ku meha Hezîranê li Kolombiyayê di tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkomariyê de ji sedî 50.47 ê dengan wergirt û bi ser ket, di 7'ê Tebaxa 2022'an de sond xwar û dest bi wezîfeyê kir.

Petro ku serokkomarê yekemîn ê çepgir ê Kolombiyayê ye, desteya xwe ava kir û dest bi kar kir. Ji bo yek ji sozên ku da hilbijêrên xwe bi cih bîne, kete nava liv û tevgerê. Wezîrê Maliyeyê yê nû Jose Antonîo Ocampo piştî ku sond xwar, hikumeta Petro qanûna nû ya bacê pêşkêşî kongreyê kir.

BÊYÎ KU ZERAR LI HAWIRDORÊ BÊ KIRIN WERGIRTINA BACEKE HÎN ZÊDETIR

Li gorî qanûna reformê ya bacê ya nû ya hikumeta Petro wê hîn bêhtir bac ji dewlemendan bê wergirtin. Her wiha ji bo pêşî li qaçaxçiya bacê bê girtin tedbîrên girîng tê wergirtin. Ev qanûn wê ji bo wan kesan be ku mehane 10 milyon Peso (nêzî 2300 dolar) distîne û jê zêdetir, derbas bibe.

Her wiha li gorî qanûna nû wê ji şîrketên ku zerarê didin hawirdorê, zêr, petrol û madeyên din ên xav ji derveyî welat re difiroşin û zerarê dide tenduristiyê, wê baceke hîn zêdetir bê wergirtin. Bi qanûna nû ya bacê re ku tê payin rojên bê ji aliyê kongreyê ve bê qebûlkirin, tenê sala 2024'an wê 26 milyar Peso (nêzî 6 milyon Euro) bikeve qaseya dewletê.

Baca ku Serokkomar Gûstavo Petro werbigire, tê payin ku ji bo têkoşîna li dijî birçîbûn û xizaniyê bi kar bîne.