Kanada: Tevdîr dibe ku bi mehan di meriyetê de bimînin

Wezîra Kanadayî Patty Hajdû diyar kir, tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hatine wergirtin dibe ku bi mehan di meriyetê de bimînin.

Li Kanadayê hate ragihandin ku di 21'ê Adarê de 59 kesên din bi vîrûsê ketine û hejmara nexweşan bûye 377 kes.

Wezîra Tenduristiyê ya Kanadayê Patty Hajdû got, tevdîrên civakî yên li dijî vîrûsê hatine wergirtin dibe ku bi mehan di meriyetê de bin.

Hajdû hişyarî da û got, eger tevdîrên hatine wergirtin bi cih neyên anîn, dibe ku rojên bê hîn dijwartir bibin û bigihêjin asta qedexeya derketina derve.

Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû diyar kir ku ji bo Kanadayiyên asê mane vegerin malên xwe rêyên ehwayî kar dike û wê alîkariya pêwîst bê kirin.

Di nava tevdîran de betalkirina Şampiyoniyên Hokeyê û girtina sînorê DYE-Kanadayê jî hene.