Kamara Lordan pêşnûmeya Brexîtê careke din guherand
Hikûmeta Brîtanyayê dixwaze danûstandinên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bide destpêkirin. Lê Kamara Lordan astengiyeke nû derxist pêşiya hikûmetê.
Hikûmeta Brîtanyayê dixwaze danûstandinên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bide destpêkirin. Lê Kamara Lordan astengiyeke nû derxist pêşiya hikûmetê.
Li Kamara Lordan, di dengdanê de pêşnûmeya ku encama danûstandinên Brexîtê pêşkêşî dengdana parlamentê dike, hat qebûlkirin.
366 Lordan destek dan vê pêşnûmeyê û tenê 268 Lord li ber pêşnûmeyê rabûn. Û careke din hat xwestin, ku divê Brexît pêşkêşî dengdana nûnerên gel ên hatine hilbijartin were kirin. Partiya Karker, demokratên lîberan û hin endamên Partiya Mûxafazakar destek dan pêşnûmeyê.
Pêşnûmeya Brexîtê ku di Kamara Lordan de hat guhertin, wê di hefteya pêş de ji nû ve bikeve rojeva Kamara Avamê ku baskê jêrîn ê parlamentê ye.
Li Kamara Lordan, di hevdîtinên hefteya bihurî de ji bo parastina mafên 3 mîlyon welatiyên Ewropayê yên li Brîtanyayê dijîn, xalek li pêşnûmeyê hatibû zêdekirin.
Li Kamara Avamê, ku piraniya endamên wê ji Partiya Mûxafazakar a bi serokatiya Serokwezîr Theresa May pêk tê, tê payîn ku her du guhertin di dengdanê de bên redkirin. Ji ber dengdana li Kamara Lordan, dema destpêkirina danûstandinên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê, dirêj dibe.
Serokwezîr Thereas May dixwest, serlêdana derketinê heta dawiya vê mehê de bike.