Kamara Avamê Brexît qebûl kir

Kamara Avamê ku baskê jêrîn ê Parlamenta Îngilistanê ye, peymana li ser şert û mercên bidawîbûna endametiya Yekîtiya Ewropayê (Brexît) pejirand.

Kamara Avamê ku baskê jêrîn ê Parlamenta Îngilistanê ye, peymana li ser şert û mercên bidawîbûna endametiya Yekîtiya Ewropayê (Brexît) pejirand.

Di dengdanê de li dijî 231 dengan bi 330 dengan peyman hate qebûlkirin. Peyman wê hefteya bê li Kamaraya Lordan bê nirxandin. Eger li Kamara Lordan jî bê qebûlkirin wê bi destûra Qralîçe Elîzabeth a Duyemîn re bibe qanûn.

Eger Kamara Lordan di metna peymanê de guhertinekê çêbike, hingî divê ji nû ve li Kamara Avamê bê nirxandin û dengdan li ser bê kirin.

Hikumet hewl dide ku pêşnûmeyê beriya 31'ê Çileyê pêşkêşî Qralîçeyê bike û pê bide qebûlkirin.

Eger ev yek pêk were wê Îngilistan di 31'ê Çileyê de ji Yekîtiya Ewropayê derkeve.