Jinên Şîliyê zarokên xwe yên winda dixwazin

Li Şîliyê di navbeyna 1970-1990’î de dema dîktator Augusto Pînochet de bi hezaran pitik hatibûn revandin. Jin zarokên xwe yên ku hatine revandin û bê qanûnî malbatan ew ji xwe re kirine zarok, dixwazin.

9’ê Tîrmeha 1977’an dema dîktatoriya Pînochet Margarîta Escovar keçek jê re çêbû. Piştî bi çend deqeyan keça wê jê hate standin. Bi hezaran jinên weke wê hene Di nûçeyeke AFP’ê de rewşa zarokên ku hatine revandin hate destnîşankirin.

Margarîta ya 41 salî dibêje, ‘’Her dema ku şiyar dibim, ez wê dixwazim, dawiyê pîrikek hat û got, ‘’zaroka te mirî ji ber te çû’’. Bi bîra wê tê ku li nexweşxaneya Paula Jaraquamada ya Santîagoyê personele nexweşxanê ji bo ku wê ji hiş bibin tim derman didanê.

Li heman nexweşxaneyê, Çileya 1985’an Marîa Orellana Crîstîana biçûk tîne dine. Orellana dibêje, ‘’Min bihîst ku kurek ji min re çêbûye, piştre derzî li min dan û piştre nayê bîra min.’’ Orellana dibêje bi rojan wê xwestiye ku kurê xwe bibîne û got, ‘’Heta roja ku gotin, ew mirî ye’’. Orella, piştre bêyî ku belgeyekê bidinê ew şandine malê, ‘’Tiştek nebû, wek ku hîç neçûbim wê nexweşxaneyê.’’

Dadgera taybet a mafê mirovan Marîo Carroza ku biryardar xuya dike ser van draman ronî bike, li ser zarokên ku dema dîktatriya Pînohchet, di navbeyna 1973-1990’î de hatin revandin, ji Çile ve lêpirsînê dike. Ber bi salên 2000’î ve bûyerên revandinê derketibû holê.

Li Şîliyê, li gorî daneyên fermî di navbeyna 1973-1987’an de 66 hezar û 611 kes bûne zarokên hine dî. Lê derbarê malbatên biyan bê ka çend kes ji xwe re kirine zarok ti qeyd xuya nakin.