Jin ên ciwan bi tevlîbûna li nava refên gerîla 27'ê Mijdarê pîroz kirin

Di savlegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê de komek ji 15 jin ên ciwan bi daxuyaniyekê tevlî nava refên gerîla bû.

Komek ji 15 jin ên ciwan bi tevlîbûna li nava refên gerîla salvegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kir. Jin ên ciwan bi daxuyaniyekê sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla eşkere kirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em di serî de 27’ê Mijdarê li Rêber APO, şehîdên xwe û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin. Salvegera avabûna PKK’ê serketina mezin e. Heqîqeta PKK’ê heqîqeta jina azad e. Rêber APO got: 'PKK helbestek e, stranek e û destaneke bê dawî ye'. Em jî dibêjin, 'PKK eşq û îradeya jin ên ciwanan e'. Em vê roja dîrokî bi tevlîbûna nava refên gerîlayên azad pîroz dikin. Hemû nirxên PKK’ê ji aliyê şehîdên berxwedêr ve hatiye avakirin. Ji şexsê şehîdên me yên mezin Ş. Hakî Karer, Ş. Bêritan, Ş. Zîlan Ş. Sara heta Ş. Delal Amed…û heya roja me ya îro jî ev nirx ji aliyê şehîdên me yên pêşeng yên weke Ş. Vejîn Jiyan ve tên parastin. Bi tevlîbûna me, em sond dixwun ku em ê van nirxan biparêzin.

Partiya me PKK dikeve sala xwe ya 46’emîn. 45 salên tijî têkoşîna şoreşgerî ya bênavber. Di van 45 salan de berdêlên pir giranbuha hatine dayin. Di sala dawî de dijmin ji her alî ve xwest êrîşî têkoşîna azadiya Kurd bike. Bêguman ev nîşaneya tunebûyina wan e, ji ber vê jî dewleta Tirk a faşîst bi çekên kîmyewî êrîşî hevalên me yên li çiyê kir. Em tu carî dîmenên Şehit Baz Mordem û Helbest Koçerîn ji bîr nakin.

Herî dawî jî bi awayekî tirsonek êrîşî hevalên me yên ciwan ên pêşeng weke Şehîd Vejîn Jiyan kirin. Çirûska 27’ê Mijdarê encama ruhê Apoyî ciwantiyê bû. Ji ber vê yekê jî ciwan bi taybetî jinên ciwan her ku diçe dibin hedefa dijmin. Dijmin nikare tehemûlê bike ku em weke jin ên ciwan bi felsefeya Rêbertî ji bo azadiya xwe têdikoşin û bi hêztir dibin.

Lê dîsa jî em ti caran ji xeta xwe ya Apoyî tawîz nadin. Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bersivên dîrokî didin dijmin. Heval Şehîd Sara û Rûken li navenda bajarê Mêrsînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek fedayî pêk anîn. Ev çalakiya her du hevalan heta roja îro dijmin matmayî dihêle. Piştî êrîşa li ser Şehîd Vejîn Jiyan bi dehan jinên ciwan tevlî gerîla bûn. Em jî dixwazin tola hezaran şehîdên xwe bi tevlîbûna xwe ya di fikir û felsefeya Rêber APO re bersiv bidin. Wê dagirker tu carî negihêjin armanca xwe, ji ber ku em PKK’yî ne, em Apoyî ne.

Weke jinên ciwan tenê bi tevlîbûna di nava refên gerîla de em dikarin bersivê bidin rojeke wiha dîrokî. Ji ber vê em tevlî berxwedana gerîla dibin. Dijmin divê bizane ku çiqasî êrişê gelê me, hevrêyên me dikin, em ê weke jinên ciwan ên Kurd ewqasî bi biryar tevlî nav refên PKK’ê bibin. Dema yek Vejîn Şehîd dikeve, wê bi sedan Vejîn rabibin. Ji ber wê bila her kes bi PKK’ê serbilind be.

Di dawiyê de em bang li hemû jinên ciwanên Kurd dikin ku tevlî refên azadiyê bibin. Ciwanên Kurd nikarin rojeke wiha dîrokî bi awayekî ji rêzê pîroz bikin. Na. Tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla em dikarin roja dîrokî bi serbilindi pîroz bikin. Bila dijmin bizane ku em ê çirûska 27’ê Mijdarê gurtir bikin."