Ji Yewnanîstanê re wê krediyeke nû bê dayin

Ji bo Yewnanîstanê ku ji sala 2010'an û vir ve hewl dide xwe ji nava krîza aboriyê rizgar bike, wê beşeke nû ya krediyê ya ji milyaran euroyî bê dayin.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Eurogorupe ku welatên herêma Euro temsîl dike, vê mehê wê beşeke nû ya krediyê ji Yewnanîstanê re were dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Mekanîzmaya Aramiyê ya Ewropayê (ESM) ku fona rewşa lezgîn a  Herêma Euro ye, wê krediya nû ya ji 5,7 milyar Euroyî di beşa duyemîn a vê mehê de bide Yewnanîstanê.

Serokê Eurogroupe Mario Centeno diyar kir ku li gel dayina krediya nû ew li ser sivikkirina deynên Yewnanîstanê dixebitin.

Tê payin ku krediyên ji sala 2010'an û vir ve ji Yewnanîstanê hatine dayin bigihêje 86 milyar Euroyî. Dema bernameyê ku Herêma Euro û saziyên krediyê yên navneteweyî pêşkêş kirine, meha Tebaxê diqede.

Der barê Yewnanîstanê de ku heta niha zext lê hate kirin gelek polîtîkayên teserûfê bi cih bîne, wê meha Tebaxê nirxandineke din were kirin. Eger ev nirxandin erênî be, tê payin ku krediyên nû were dayin.

Ji Yewnanîstanê tê xwestin ku heta meha Tebaxê gelek şîrketên cemaweriyê bên taybetîkirin û bazara li gaza xwezayî û elektrîkê bê lîberalkirin.