Ji YE ji bo Tirkiyeyê pêşniyara ‘hevkariya stratejîk’

Endamê Berpirsê ji Berfirehiya Komîsyona YE Johannes Hahn ji bo Tirkiyeyê pêşniyara avakirina ‘Têkiliyekî rast’ û li cihê endamtiyê jî pêşniyara ‘hevkariya stratejîk’ kir.

Hahn ji ajansa nûçeyan dpa a Elman re axivî û têkildarî tekiliyên di navbera Tirkiye û YE de wiha got; “Divê derbasî şêweyekî rastir bibin.”

Hahn bal kişand li ser pêşniyara ‘hevkariya stratejîk’ a ku beriya niha ji aliyê Serokkomarê Fransa Macron a ji bo têkiliyên endamtiya Tirkiyeyê hatibû rojevê û got ku divê welatên din ên endamên YE’yê jî vê pêşniyarê gotûbêj bikin.

Hann rexne li hinek welatên endamê YE ku têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re nêziktir dike, kir û wiha got: “Tenê axaftinên xweş têrê nake. Ya girîng bûyerên diyarker in û ev bûyer hê nehatine guhertin.”

Hahn ev tişt anî ziman:

“Hê jî bi deh hezaran rojnamevan, parêzer, akademisyen û erkdarên dewletê di girtîgehan de ne û pêdiviyên wan yê jiyanê ji destê wan hatine girtin. Di aliyê dewleta hiquqê de ev rewş nayê qebûl kirin û di vê rewşê de ti guhertinek nehatiye kirin.”

LI GORÎ HAHN YE JI BO ŞANTAJÊ SERÎ NA TEWÎNE!

Hahn qala alîkariyên di çarçoveya peymana penaberan a bi Tirkiyeyê re kir û got ku ji aliyê YE’yê ve ji bo Tirkiyeyê ti alîkariyek nehatiye kirin.