Ji Lîbyayê heta Tirkiyeyê nelirêtiya ‘bûrsê’ îfşa bû

Rayedarên Lîbyayê piştî nerazîbûnên bûyî sedema îfşayên têkildarî bûrsên “comert” ên li Tirkiyeyê ku gelek xizmên rayedarên payebilind ên dewletê jê sûd digirin, lêpirsîn da despêkirin.

Kesên înternetê bi kar tînin û rojnamevanan li navên nêzî 1.900ân nihêrîn ku sala 2023’an ji bo li Tirkiyeyê bixwînin bûrsên di navbera 2.000 û 3.000 eûro distînin. Di encamê de nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Di lêkolînên hatin kirin de derket holê ku ev kes xizmên wezîran û rayedarên dewletê yên payebilind in.

Ev îfşa bû sedem ku hêrs mezin bibe. Hat zanîn ku hinek kesên ku ji vê yekê sûd werdigirin, li Lîbyayê dijîn.