Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Ji girtîgeheke Brezîlyayê 62 mehkûm reviyan

Li girtîgeheke li eyaleta Sao Paûlo ya Brezîyayê, piştî îsyanê 62 mehkûm reviyan.

Li girtîgeheke Baûrû, ku bi qasî 330 kîlometre dûrî paytexta eyaletê Sao Paûlo ye, îsyan derketibû. Li vê girtîgehê, ku mehkûm ji bo kar an jî perwerdeyê dikarin derkevin, piştî ku gardiyanan dest danîn ser telefona destan a mehkûmekî, îsyan deket û li hin beşên girtîgehê şewat derket.

Hat ragihandin, 152 mehkûmên ku ev şewat ji bo xwe weke firsendê dîtin, reviyan lê 90 ji wan ji aliyê hêzên ewlekariye ve hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya girtîgehê, mafê derketina bi destûrê ya mehkûmên reviyane hatiye betalkirin. Dİ daxuyaniyê de hat gotin, li girtîgeha ku kapasîteya wê 1124 kes e, 1430 hikumxwar û girtî dimînin.

Li Brezîlyayê, ji 1'ê Çileyê û vir ve li girtîgehan ji ber şerê navbera çeteyên sûc û îsyanê, bi qasî 140 mehkûm hatin kuştin.