Ji DYE û Fîlîpînê tetbîqata leşkerî ya 10 rojan

Bi hezaran leşkerên deryayî yên DYE û Fîlîpînê roja Sêşemê li bakur û rojavayê Fîlîpînê ji bo deh rojan dest bi tetbîqata leşkerî kirin.

Di demekê de ku li herêmê rageşiya bi Çînê re zêde bûye, di navbera DYE û Fîlîpînê de tetbîqateke leşkerî destpê kir ku wê deh rojan dewam bike.

Ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Fîlîpînê ji her yekî zêdeyî hezar leşker tevlî vê tetbîqatê bûn.

Her wiha ji Awûstralya, Îngilîstan, Japonya û Koreya Başûr jî leşker tevlî tetbîqatê bûn. Fransa, Tayland û Endonezyayê jî çavdêr şandin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê, tetbîqat ji bo perwerdeya 'teknîkên parastinê' yên li dijî şerê kîmyewî û biyolojîk e.

Rojek beriya vê tetbîqatê Çînê jî li derdora Taywanê dest bi manewrayeke leşkerî ya berfireh kiribû.