Ji DYA’yê têkildarî Koreya Bakur û Îranê daxuyanî

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê, ji bo bi rêveberên Koreya Bakur re ku ji ber ceribandinên fuzeyan nakokî di navbera wan de derketibûn, li rêyên diyalogê digerin.

Her wiha wezîr diyar kir ku lîderê rejîma Sûriyeyê Esad wê di siberoja welat de ti rol nelîze, daxwaz kir ku hêzên Îranê divê welat biterikînin.

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) Rex Tîllerson ê bersivên pirsên rojnamevanan da, bal kişand ser mijarên Koreya Bakur, Sûriye û Îranê.

Tîllerson ji bo bi Koreya Bakur a roja Înê ya hefteya borî re ji ber ceribandinên fuzeyan a navbera qiteyan rê li ber nerazîbûnan vekiribûn li rêyên diyalogê digerin, diyar kir ku çavê DYA ne li hilwşandina rêveberiya Pyongyangê ye. Tîllerson got: “Em ne li pey hincetan in ku artêşa xwe derbasî bakurê parlela 38’an bikine.” Tîllerson destnîşan kir ku ti hedefekî wan ê wisa jî nîne ku her du Koreyan bigihînin hev jî.

Tîllerson li ser mijara Sûriyeyê jî nirxandin kir û diyar kir ku ti rola lîderê rejîmê Beşar Esed wê di siberoja welat de nebe. Tîllerson bibîr xist ku hinke komên Îranê jî beşdarî şerê li Sûriyeyê bûne, diyar kir ku divê ev kom paşve bên vegerandin.

Tîllerson anî ziman ku ‘siyaseteke ya belavbûnê’ ya Îranê li herêmê heye, diyar kir ku li dijî vê bi ‘welatên mutefîk’ re ji bo astengkirina vê ketine nava hewldanan.