Ji bo rakirina Obamacare dîsa piştgirî nehat dayin

Ji bo projeya sîstema tenduristiyê ya Serokê DYA Donald Trûmp, ji partiya wî careke din piştgiriya ku pêwîst e, nehat dayin.

Donald Trûmp, ev demeke dirêj e dixwaze reforma tenduristiyê ya bi navê Obamacare rake, ku ji aliyê Serokê DYA yê beriya xwe Barack Obama ve hatibû anîn.

Li ser mijarê hat xwestin, ku li Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dengdan bê kirin, lê ji ber nakokiya li nava Partiya Komageran, di vî warî de piştgiriyê pêwîst nehate girtin. Tê gotin, gelek senatorên Komarger ji bo rakirina vê sîstema ku pêwendiya xwe bi mîlyonan mirovên xizan û xwedî hatineyeke kêm heye, xwe vedigirin.