Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Ji bo koçberên li Tûnûsê banga alîkariya bi lezgînî hat kirin

Ji bo koçberên Efrîkayî yên Tûnûsê ew sirgûnê çolistaneke li bajarê Safakesê kirine, banga alîkariya bi lezgînî hat kirin.

Komeleya jinên mexdûrên tundiyê Beîty, ji bo bi dehan koçberên ji Safakesên hatine qewirandin banga avakirina mekanîzmayeke alîkariyê bi lezgînî kir û diyar kir ku ji bo avakirina koordînasyonekê pêdivî bi dehan mafparêz, rêxistinên civakî yên sivîl û giştî heye.

Piştî ku hefteya çûyî yekê Tûnûsî ji ber xistina li hevdu jiyana xwe ji dest da, tundiya li dijî koçberan li Safakesê zêde bû û bi sedan koçberên Lîbyayî û Cezayîrî sirgûnê derên mirov nikare lê bijî hatin kirin. 

Li gor Xana Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Tûnûsê, qet nebe 450 Tûnûsî û Lîbyayî li herêma tampon a leşkerî ya li nêzê Ras Cedirê li hev hatine civandin.

Li gor îfadeyên koçberan komeke girêdayê Heyva Sor a Tûnûsê çend roj berê nan û av ji wan re biriye û birîndar ji nav wan derxistine. Li gor AFP’ê, ji bo yên dişînîn sînorê Cezayîrê rewş her ku diçe giran dibe.

Koçberekê Gîneyî ku bi telefonê bi AFP’ê re axivî, got: “Xêra xwe alîkariya me bikin, Xaça Sor bişînin vir, heke na em ê li vir bimirin, tu tişt nîn e li vir, ne nan heye ne av.”