Ji bo koçberan daxwaza avakirina bankayeke DNA’yê

Rêxistinekî civakî ya sivîl a bi navê Forma Wekheviya Civakî û Aborî ya Tûnûsî ji bo tesbîtkirina koçberên ku ji cihên cuda ên cîhanê koç kirine û di Behra Spî de mirine, daxaza avakirina bankeyeke DNA’yê kir.

Rêxistinekî civakî ya sivîl, ji bo zelalkirina nasnameyên koçberên di Behra Spî de mirine daxwaza avakirina bankeke DNA’yê kir. Rêxistinê diyar kir ku wê demê wê malbat bikarin şîna xwe bikin.

Romdhane Ben Amor wiha got: “ Em her demê rêveberê Îtalî, ji bo nediyarkirina nasnameyên kesên di Behra Spî de dimirin sûcdar dikin” rewş weke dramekî mirovî pênase kir, destnîşan kir ku divê hikûmeta Tûnûsê ji bo bendewariyên malbatan bibin bersiv.

Bi nêzîkbûna Roja Koçberan a Navneteweyî, rêxistinê diyar kir ku ji bo nasnameya kesên li Behra Spî mirîn jî di nav de ji bo DNA hemû koçberan li xwe bigire bankek bê avakirin.

Ben Bmor, anî ziman ku li Tûnûsê bi sedan malbat di nava nediyarbûnekê de dijîn, diyar kir ku nizanin xizim û kesûkarên wan saxin an mirîne.

Ji ber pêlên mezin ên Behra Spî beşekî mezin ên cenazeyan li cihekî nêzî herêma Zarzîs tê komkirin. Şemseddîn Marzûg ê masîvanekî berê ye, bi awayekî dildar cenazeyan vedişêre, ji bo saziya tiba edlî jî bi hejmar dike. Marzûg ê cenazeyê bi sedan kesî li vir veşartiye wiha got: “Daxwaza gor û testa DNA’yê dikîn.” Enceq bi vî awayî mirov dikarin werin derfetê lêgerîna mirov û kesûkarên xwe bikin.

Li cihên cuda yên herêmên Tûnûsê gelek gorên koçberan hene.