Ji bo hilbijartina Amerîka 90 namzet Misilman in

Ji bo hilbijartina nava kongreya ku wê Mijdara 2018’an li DYA’yê bê lidarxistin, nêzî 90 namzetên Misilman navê xwe nivîsîn.

Li gorî Rojnameya Washîngton Postê, nêzî 90 namzetên ku her çendî zeîf jî tên xuyakirin, “Ev civaka ku di warê siyaseta pir rengî û çandî de ku kêm nûnertiyê dike de jî hejmareke diyarker” îfade dike.

Di rojnameyê de hate diyarkirin ku li DYA’yê nêzî 3,3 milyon Misilman dijîn, “Lê li Kongreya li Washîngtonê tenê 2 Misilman hene” nivîsand.

Li gorî rojnameyên, gelek namzetên Misilman, ji ber nerazîbûn nîşanî polîtîkayên rêveberiya Donald Trûmp bike, di asta xwecihî û federalî de di erkên cuda de namzetiya xwe diyarkirine. Ev nerazîbûn piranî biryarên Trûmp ên di warê dersînorkirina koçberan, bicûkkirina hinek rêveberên di kabîneyê ya li Misilmanan derketiye pêş.

Washîngton Post diyar kir ku hema bêje piraniya kesên di hilbijartina navbera kongreyê de navê xwe dane ji demokratên alîgirin, bal kişand