Ji bo derzî bêpere be li Ewropayê kampanyaya îmzeyan

Li Ewropayê ji bo ku derziya Covîd-19'ê bibe 'malê hevpar ê mirovahiyê' kampanyayeke berfireh hate destpêkirin. Heta dawiya 2021'an hedef 1 milyon îmze ye.

Ji bo ku derziya dijî Covîd-19'ê 'bêpere be û her kes bikaribe xwe bigihîniyê' li Ewropayê bi qasî 10 tevgerên welatî kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin.

Li Fransayê komîteyeke ku  ji dehan komele, sendîka, partiyan pêk tê destek da kampanyayê. Di nav destekdaran de People Health Movement, Oxfam, Partiya Komunîst a Fransa û çepgirên radîkal LFI jî hene.

Komîteya pêşeng a kampanyayê daxuyaniyeke niviskî da û got, ''Divê ev derzî bibe malê hevpar ê mirovahiyê. Bi berfirehî bi pereyê camewerî hate fînansekirin. Naxwe divê bêpee bikeve ber xizmeta welatiyan de.''

Organîzatoran her wiha xwestin mafê  xwegihandina teşhîs û tedawiyê jî were mîsogerkirin.