Ji bo çandiniyê daristan tên şewitandin

Li gorî daneyên platforma bi navê Global Forest Watch, tenê sala 2017'an bi sed hezaran kîlometreçargoşeyî qadên daristanî ji bo xatirê çandiniyê hatine şewitandin.

Platforma Global Forest Watch ku ji aliyê saziya bi navê Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê (WRI) ve tê birêvebirin, işaret bi mezinahiya qadên daristanî yên ji bo karê çandiniyê hatine şewitandin kir.

Li gorî daneyên platformê, di serî de Amazon, li gelek welatan qadên daristanî ji bo karê çandiniyê bi zanebûn tên şewitandin. Li gorî vê yekê, par 294 hezar kîlometreçargoşeyî qadên daristanî hatin şewitandin.

Di daneyên Global Forest Watch de bi taybetî bal tê kişandin ser talnkirina daristanên li Amazonan. Her wiha işaret bi şewitandina daristanên li Komara Demokratîk a Kongo, Endonezya, Madagaskar û Malezyayê tê kirin. Li gorî daneyên platformê, li gelemperiya cîhanê her deqeyê qadeke daristanî ya bi qasî 40 qadên futbolê mezin e, tê talankirin.

Hate ragihandin ku 45 hezar kîlometreçargoşeyê qada daristanî ya ji bo çandiniyê hatiye şewitandin, li Brezîlyayê ye.