Ji ber zatûreyê dibe ku 11 milyon zarok bimirin

Li gorî saziyên alîkariyê yên navneteweyî, eger tedbîr neyê girtin wê heta sala 2030'î 11 milyon zarok ji ber zatûreyê bimirin

Li gorî lêkolîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Zanîngeha Johns-Hopkîns û saziya alîkariyê ya bi navê Save the Children, dibe ku li gelemperiya cîhanê bi milyonan mirov ji ber zatûreyê bimirin.

15 JI SEDÎ YÊ RÊJEYA MIRINA ZAROKAN JI BER ZATÛREYÊ YE

Hate ragihandin, bi milyonan zarokên kêmî 5 salî bi taybetî li welatên Asya û Afrîkayê ji ber zatûreyê mirine û hate gotin, 15 ji sedî yê rêjeya mirina zarokan ji ber vê nexweşiyê ye.

Li gorî daneyên WHO'yê, sala 2015'an 922 hezar zarokên kêmî 5 salî ji ber zatûreyê mirin.

HÎNDÎSTAN, NÎJERYA, PAKÎSTAN Û RDC

Li gorî lêkolînê heta sala 2030'î dibe ku 10,8 milyon zarokên kêmî 5 salî ji ber zatûreyê bimirin û 1,7 milyon ji van zarokan dibe ku li Hîndîstan û Nîjeryayê bibin qurbanî.

Pakîstan û Komara Demokratîk a Kongo (RDC) wê ji aliyê mirina zarokan a ji ber zatûreyê ve di rêzên destpêkê de bin. Li her du welatan dibe ku heta sala 2030'î 635 hezar zarokên kêmî 5 salî bimirin.

PÊŞÎ LI VÊ NEXWEŞIYÊ DIKARE WERE GIRTIN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) bi wesîleya roja têkoşîna li dijî zatûreyê nirxandinek kir. Li gorî vê nirxandinê, zatûre nexweşiya sereke ye ku mirina herî zêde ya zarokan ji ber wê ye. 15 ji 100 zarokên kêmî 5 salî ji ber zatûreyê dimirin.

Zatûre nexweşiyeke ku ji ber vîrûs û bakteriyan li mirovan der dibe. Pêşî li vê nexweşiyê dikare were girtin.

Nexweşiya zatûreyê bi giranî li welatên xizan rû dide.