Ji ber volkanê hejmara miriyan gihişt 34 kesan

Li Îndonezyayê li rojhilatê girava Cava li Semeru ji ber teqîna volqanîk hejmara miriyan gihişt 34 kesan.

Li Îndonezyayê li rojhilatê girava Cava li Semeru ji ber teqîna volqanîk hejmara miriyan gihişt 34 kesan û 17 kes jî hejî winda ne.

Li Îndonezyayê li rojhilatê girava Cava li Semeru roja înê teqîna volqanîk pêkhatî bû û di encamê de 22 kes jiyana xwe ji dest da bû û bi dehan kes jî winda bû.

Li gorî bîlançoya nû herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dane û heta niha 17 kes jî winda ne.