Ji ber vîrûsa Koronayê parlementerek mir

Ji ber şewba vîrûsa koronayê ya li Îranê bi bandor bû, parlementerek mir.

Li Îranê parlamentera Tehranê Fatma Rehber ji ber vîrûsa korona jyana xwe ji dest da.

Li gorî medya Îranê parlamentera Tehranê Fatma Rehber ji ber vîrûsa korona li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Fatma Rehber di hilbijartinên 21’ê Sibatê de weke parlamentera Tehranê hatibû hilbijartin û 56 salî ye.

Li Îranê heta niha 24 parlmenter bi vîrûsa korona ketine. Bi giştî heta niha li Îranê 4 hezar û 747 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 124 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara parlementerên ji ber vîrûsê mirin bûn 2.