Ji ber vîrûsa Korona 7 hezar kes di nav keştiyê de asê man

Ji ber vîrûsa li Çînê derketibû, keştiya ku 7 hezar rêwî li xwe digirt, li peravên Îtalyayê bloke bû.

Keştiya bi navê Costa Smeralda ji ber gumana du bûyerên vîrûsê li peravên Cîvîtavecchîa ya nêzî Romayê hate sekinandin. Hate ragihandin ku di şeketiyê de li gel 6 hezar rêwî tê texmînkirin ku 7 hezar kes li nav in. Tîmên tenduristiyê li nava keştiyê dest bi lêkolînan kirin.

Navenda tenduristiya Cîvîtavecchîayê anî ziman ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve di saetên sibehê ve hatine hişyarkirin û ji bo keştiyê sê doxtor şandine.

Ji ber hevjînên hev ên Çînî ku taya wan zêde û dikuxin, agahiya ku dibe vîrûs be. Her du kes li revîra keştiyê xistine karantînayê.

Nimûneyên hatin girtin wê bişînin Nexweşxaneya Spallazanî ya pisporiya di warê nexweşiyên belav dibin a Romayê bê lêkolînkirin. Tê payîn ku encam nava rojê diyar bibin.

Hevjînên Çînî anî ziman ku 25’ê Mijdarê ji Hong Kongê derbasî Mîlan û ji wir jî ber bi bajarê Savona yê Îtalyayê ketine rê. Li gorî çapemeniya Îtalyayê hevjîn li ser rê derbasî Barcelona û Marsîlyayê jî bûne. Keştiya Costa Smeralda ji Palma de Mallorce ya Spanyayê sibeha Pêncşemê gihiştiya Cîvîtavecchîayê. Rayedarên keştiyê jî ragihandin ku li Behra Spî di çarçoveya geşta hefteyekê de ketine ser rê.