Ji ber vîrûsa Covîd-19’an li Koreya Başûr kesek mir

Ji ber vîrûsa Korona ya ku li Çînê derketibû li Koreya Başûr kesek mir. Li vî welatî hejmara kesên bi vîrûsê ketine bûn 100’î derbas kir.

Hate ragihandin ku li herêma Cheongdo ya nêzî bajarê Daegû welatiyê 60 salî ku bi vîrûsê ketibû piştre mir. Li welat di nava 24 saetên dawî de hate tesbîtkirin ku 51 kes bi vîrûsê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 104’an.

Lı bajarê Daegû a bajarê çarem ê Koreya Başûr ku nifûsa wê 2,5 milyon e hate tesbîtkirin ku hejmara kesên bi vîrûsa Covîd-19’an ketine gihişte 50’iyan. Guman heye ku jineke 60 salî ku endama terîqata Xiristiyan ku agahî pê nebû bi vîrûsê ketiye, beşdarî merasîmeke olî bûye û bi vî awayî vîrûs belavî 40 kesî bûye.

Jina ku 10’ê Sibatê germahiya wê bilind bû, bi hinceta derneketiye derveyî welat, du caran testa vîrûsê red kiriye. Heman jin berî ku derbikeve holê ku bi vîrûsê ketiye tevlî çar ayînên olî bûye. Şaredariya Daegû ragihand ayînên ku li Dêra Shîncheonjî ku lê amade bû 1001 kes tevlî bûye.

Yek ji endamê dêr anî ziman ku wisa zanîne ku bi sermayê ketiye, ji ber bûyerên rû dane lêborîn xwes û hemû pêkhateyên xwe yên li Koreya Bakur girtin.