Ji ber şewba li Romanyayê bi sed hezaran heywan telef bûn

Li Romanyayê, ji ber şewba kolera berazan, bi sed hezaran heywan telef bûn.

Nexweşiya kolera berazan bi giranî li herêmên Romanyayê yên li ser sînorên Bûlgarîstan û Ûkraynayê rû da. Hate ragihandin ku ji ber nexweşiyê heta niha 123 hezar heywan ji bo tedbîrê hatine serjêkirin. Tê texmînkirin ku ji ber goştê bi dizî ji derveyî welat hatiye anîn, nexweşî li Romanyayê belav bûye. Tê gotin ku şewba heyî ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û vir ve ya herî mezin e.

Ji ber şewbê ku li hin deverên sînorê Macarîstanê jî tê dîtin, fikar hene ku di sewalkariyê de reê li ber krîzeke giran veke. Li gorî agahiyan, şewb li 11 ji 41 herêmên îdarî yên Romanyayê hatiye dîtin.